‘Ji bo aştiyek mayînde ya li Rojhilata Navîn yekîtiya jinan divê’
Civaknas û nivîskar Sosan Roxeş rola jinan di bidestxistina aştiya mayînde de nirxand û got ku yekitiya jinên Rojhilata Navîn bi avakirina aştiyek mayinde de girîng e.
ŞAHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, herêm xistiye ber sînorê şerekî topyekûn. Ev şerê ku di 7'ê Cotmeha sala borî de ji Xezayê destpê kir, niha li tevahiya herêmê belav bûye û krîzên li Rojhilata Navîn kûrtir kiriye. Civaknas, nivîskar û lêkolînera karûbarên civakî Sosan Roxeş ku li herêmên cuda yên Rojhilata Navîn maye û lêkolînên xwe yên di vî warî de pêşkêş kiriye, di hevpeyvîna ligel nûçegihanê me de rewşa niha ya Rojhilata Navîn nirxand.
Şerê li Rojhilata Navîn
Sosan Roxeş a got “Sîstema nû ya cîhanê ku bi salan tê pêşniyarkirin, niha ketiye qonaxeke nû” wiha domand: “Gelek dewlet ji bo berfirehkirina sînorên xwe yên erdnîgarî û bêyî ku guh bidin mafên mirovan ên neteweyên li Rojhilata Navîn dijîn, agirê şer gur dikin. Bûyerên ku vê dawiyê li Îranê qewimîn û kuştinên navxweyî û dizîna belgeyên nukleyer yên Îranê, hevkariya Komara Îslamî û Îsraîlê nîşan dide ku ji bo her du dewletan sûdmend e.”
Li ser jin û zarokan bandora şer
Sosan Roxeş bal kişand bandora şer a li ser jin û zarokan û got: “Jin û zarok yekem qurbaniyên van şeran in, ku ti rola wan di gurkirina wan şeran de nîne, û krîza Rojhilata Navîn bi temamî bandor li jiyana jin û zarokan kiriye. Netewên Yekgirtî peymannameya sala 1325 ere kir, ku piştre 6 destûrnameyên din ji hatin ere kirin. Li gorî vê destûrê divê jin rasterast xwedî rol bin di danûstandinên aştî û siyasî de. Bi mêran re li dora maseyan rûnin û li ser aştiyê nîqaş bikin, jinên Sûrîyeyê ev peyman pir bi kar anîn. Jenosîdên ku li naha heremê diqewimin û Neteweyên Yekbûyî û hikûmetên din ji ber sedemên cuda bêdeng in, bûye sedem rewşa naha ya ku Sûdan, Lîbya û Kurdistanê teda ne be jiyan. Gelek hikûmet û Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de ti helweste wan nîne.”
‘Ji bo aştiyek mayinde yekîtiya jinan divê’
Sosan Roxeş ji bo çareserkirina pirsgirêk û şerê li Rojhilata Navîn dimeşe bal kişand li ser rola yekîtiya ku di navbera jinan de bê avakirin û got: “Jinên herêmê niha yan di bin zexta dagirkeriyê de ne yan jî di bin zextên dîktatorên herêmê, şer û xizaniyê de ne, di wê baweriyê de me îro ji hemû kêliyên din ên dîroka herêmê bêhtir jin ten çevisandin. Em jin bibin yek û ti jin nebin jinên welat û netewa. Tekoşina me bila ji bo me ji bo jinan be. Em hemû di heman keştiyê de ne, ku ev keştî ji aliyê zilamên dîktatorên şer xwaz ve tê bi rêvebirin û eger em hevkariyê nekin, em ê negihin tu derê.”